Ez û Apê Huseynî û Çîroka Tov-Toximan... (3)
Zivistanê dor daye biharê. Her der bi şênayê xemilî ye; dar bişkuvîne, zeviyan zîl daye...
Pêşiya mala apê Huseyn berojkekî pir xweş e ji bo rûniştinê. Amojna Zeynebê çayeke bi dilê te çêkirî ye û sêniya xwe anî li ser kevirê ber dîwarê hewşê danî.
- Kurê min çaya apê xwe dagre
-Destê te sax be amojnê
-Noşîcan û efyet be kurê min. Derek we pê neyêşe...
Apê Huseynî bi dengê şing şing a lihev xistina çayê re kûr kûr difikirî... hêdî hêdî serê xwe leqand û got:
-Kurê min!
-Kerem bike apo
-Evan dijmin ê mirovahiyê çi kirin û çi nekirin...
Bi tov û toximê xurek û xwarinan lîstin. Bi vê yekê nehatin ser û qîma xwe pê neanîn, ev car bi fitret û toximê însan lîstin...
-Apê Huseyn, niha min ev lîstin a bi tov û toximê xurekê fêm kir. Gelo bi ya însan çawa lîstin, yanê dixwazim tu vê meselê hebkî ji hev veke...
-Berxê min, ewil divê ya toximê xurekê qenc were fêmkirin da ku ya din jî bêhtir xweş were fêmkirin. Ji lew ma ku herdû jî bi hev girêdayî ye...
Berê, me wexta genim didrûtin serê ewil ji bo sala were, me toxim dida aliyekî. Her wiha ji bo danîna bîstan û hewqê zebze, me toxim hiltianî.
Wexta ji hevîrê wî genimê malê nan li tenûrê dihat lêxistin, bêhna wî li der û dora gund yekser belav dibû. Wexta ku ji wan hewqê ku toximê wî ji malê bû, xwarin dihat çêkirin bawer bike li mala kê, çi xwarin bihata çêkirin bêhna wî diçû heta bi şivanê ku li mêrga gund pez diçêrandin. Gelo ka ew zebeş ê dendik reş ku meriv ji teama wî têr nedibû?
Apê Huseynî piştî vê gotina xwe, kurek li çaya xwe xist û tizbiya xwe ya ji hebê zeytûnan çêkirî ku li tiliya xwe ya girdikê gerandî bû ji tiliya xwe berda û hebo hebo kişand û kûr kûr fikirî. Demekê deng jê biriya, tenê dengê şeq şeqa tizbiyê dihat...
-Apê Huseyn! Gelo çima îro ew bêhn û teama xwarinê a niha tune ye, ka ew toxim?
Dîsa deng ji apê Hecî nehat. Lê belê carna dengê şeq şeqa tizbiyê zêde dibû, carna jî kêm dibû...
Carê ji nişka ve berê xwe da min û bi dengekî kelogirî got:
-Bavê apê xwe, berxo! Bi havên ê mastê me jî lîstin ha! Berê ji bo meyandina mast me havên ji mala cîrana dianî...
Û dîsa berê xwe da min û berdewam kir û got:
-Ez û Ahmed ê rehmetiyê xalê Menduh, em li ser erdê binya mala ne. Wextê cotkirina erda ye gundî dest bi reşandina toxime kirin e. Welhasil gotin çend zilam ji "Tarim mudûrliğî" hatine, divê hinek toximê genim anîne û ji her simbilek genimê wî çar qat li yê me ye. Gundiyên me yên reben hemîya rabûn çûn ew toxim anîn. Lê belê çi feyde ji bo sala bê, ji vî genimê han toxim nedihat hilanîn...
Ka ew zebeş ê Diyarbekir gelo, çi heyf e ku îro bi toxim û bizrê ji çeteya îsgalker a sîyonîst tê, datîne...
Me her sal ji mehsûlê salê
Ji bo erdê xwe yê beyar
Toximê xas genimê malê
Heyfe ku ketiye dest neyar
....
Wê di nivîsa pêş de berdewam bike
(Hüseyin Amedi)