Ez û Apê Huseynî û Nanê Genimî... - 1
Ez pir ji muhabeta kal û pîran hez dikim. Rojekê dîsa kurmê galozê hat min û ez çûm mala Hecî Huseynê Apê 'Elî.
Min çend caran li deriyê wan ê hewşê xist lê kesî venekir. Ez êdî dikir vegeriyama min dît dengê amoja Fatimê hat.
-Ew kî ye li derî dixe law?
Min got:
-Ez im amojnê ...
-Wîîî ... tuyî berxê min?
-Erê ezim amojnê. Qey apê Hecî Huseyn ne li malê ye?
-A niha derket. Xwedê dizane wê çûbe camiyê. Xêr bû înşaellah? ( Ji banga melê esir re, dora nîv saetekê heye)
-Hema awa ji kêfî, min got ez li hal û rewşa wî bipirsim...
-Ê ser derbas be qey wê bê...
-Na amojnê, ez ê jî way herim mizgeftê. Em ê li wê derê hevdû bibîne.
-De tu dizanî qurban, tu çû malê silavan li dêya xwe bike...
-Eleykum selam, ser çava amojnê...
Welhasil...
Ez çûm camiyê, me nimêja xwe eda kir û em derket in derve. Hema li hewşa mizgeftê li binê siya dara tûyê em rûniştin.
Ên hatibûn nimêjê yek bi yek li pey hev derketin.
-Xwedê qebûl bike Ezeddîn.
-Rehma Xwedê li miryê we te be, Xwedê gedê te bihêle...
Piştî li ser liniga silav dayina apê Ezeddîn û apê Huseyn bi dawî bû, ma ez û ew tenê. Min dixwest apê Ezeddîn jî tevle muhbeta me biba lê ew nesekinî û çû.
Erê...
Piştî me li hal û rewşa hevdû pirsî, min dî hema wiha bala xwe da min û keniya, got:
-Dîsa tu li pê çîroka ye ne wilo? (Bi kenê wî re taximê diranê wî yê nû wisa spî xuya kır. Devlikenî pir li rûyê wî dihat...)
-Erê Welle apê Huseyn, ez dîsa dixwazim tu hebkî behsa jiyana berê ya ku li gor a niha bi zahmet bû bike.
De îjar ha hûn û ha apê Huseyn. Ji niha û pê ve apê Huseyn dipeyive. Ez tew nakevim navbera we û apê Huseyn.
“Ê Welle zamenê berê wexta ku çend torbe genimê yekî heba ê têr û dewlemend ew bû. Ji xwe nanê genimî bes tenê di mala zengîna de hebû.
Îjar ma ne wek a niha bû. Îro teknolojî bipêş ketiye, her têlefoneke desta du sê hezar lîreyî ye. Îro kes nakevin tatûla xwe û nan. Însanê berê derdê wan çend torbe genim bû. Berî zivistanê û qir û qeşayê herkesî haziriya xwe dikir. Bes tenê derdê wan xwarin û vexwarina zar û zêçê wan bû. Îro wexta meriv li insanan mêze dike, yekî ku telefona wî ya desta ya nû derketî tune be, ji wî re dibêjin feqîr. Li hêla din, îro tu kes ji bo nanê genimî naxebite, ji bo telefonekê ya wekî din tîtik û mîtikek nû derketî be dixebitin. Pereyên xwe hemî bi van tiştên belasebeb xerc dikin. Esil meseleyek muhîm a din jî, heyra ma berê nexweşî jî tune bû weka niha. Berê yek ji nişka ve bimrana digotin cina lê xistiye. Kê dizanîbû qrîza qelbê çiye, ji xwe ne ewqas zêde bû jî. Ji hezar însanî dibe kû yek kesek bi vî rengî dimir. Xwarin û vexwarina vî zemanî jî ne bu sihhet e. Tev nexweşî jê çê dibe.
Bavêmin ê rehmetî digot: Dibê rojekê li çolê rastî cenazeyekî tên. Wexta ku diçin ser meytê wî ewil li heqîbê wî dinêrin. Bala xwe didinê nanê wî û ava wî heye. Pir ecêbmayî dimînin. Yanê mirovekî nan û ava wî hebe çima dimri gelo? Vê yekê fêm nakin... ê bavo îro bi hezaran cureyên xwarin û vexwarin heye.
Erê lo...
Me derd û kulê apê Huseyn jî tevda. Lê belê hêj muhebeta me bi dawî nebû ye. Di nivîsa xwe ya pêş de em ê berdewam bikin.
Bi xatirê we... (Hüseyin Amedî - Hürseda)