Fetha Diyarbekir (Amed)
1381 sal berê, 17 sal piştî hîcretê, eshabên pêxemberê me ji erda Hîcazê, berê xwe dane herêma Kurdistanê. Leşkeriya Îslamê ku ji 8 hezar eskeran pêk dihat û di nav de hezar sehabî jî hebûn, di bin fermandariya Îyaz bîn Ğenem de, tên ji bo feth û hîdayeta herêmê.
Gelê Kurd 1381 sal berê di 27ê Gulanê de piştî ku Diyarbekir hat fetihkirin ji tarîtiya koletî û cehaletê derket ronahiya azadî û ilmê. Bi fetha Diyarbekirê re gelê ku ji şewq û azadiya Îslamê re tî bûbû gihaşt armanc û daxwaziya xwe.
Gelê Amedê ya ku azadiya xwe 1381 sal berê bi fetha bajarê re bi dest xist jî wî rojê pê ve destûrê nedaye ku ev ax têkeve bin tehekûma kufrê.
Beriya fethê, herêma Kurdistanê di navbera şerên Rûm û Sasaniyan de şerpeze bû, xelk ji ber herdu hêzan dihatin qetilkirin û ketibû rewşeke wisa û ku êdî nikaribûn debara xwe bikin, mecbûrî goştê însanên kuştî dixwarin. Di vî halê de di dewra xelîf Omer de, leşkeriya Îslamê ji bo fetha herêmê derdikeve rê.
Bajarê Amedê bi çendîn sal di bi teghekûma hêzên emperyalîst ên wekê împaratortiyên Sasani û Bîzansê de bûn piştî ku artêşa Îslamê bi Sehabiyan bajarê fetih kir dawî li vî zilm û tehekûmê hat.
Piştî ku gelê kurd bi wesîla vî fethê re Îslamê nas kirin rola wê ya di sehneya dîrokê de zêdetir bû. Gelê Kurd a ku bi Îslamê re ji nû ve vejiyan di ilm û zanist, huner, edebiyat û çanda bajarvaniyê de gavên mezin avêtin û di rûpelên gûzîde yên dîrokê de ciyê xwe girt.
Gelê Kurd, di nav xwe de gelek alim, arif, fermandar û micahîd hewandiye. Di sehneya dîrokê di serî de fatîhê Qudsê Selahaddînê Kurdî el Eyyûbî tê. Gor agahiyên ku di nav çavkaniyan de derbas dibe ji bo fetha Qudsê gelek micahîd ji bajarê Diyarbekirê çûne û beşdarê fethê bûne û micahîdan wek fermandar Selahaddînê Eyyûbî ji xwe re hesibandin. Piştî ku fetha Qudsê gihaştibû Diyarbekirê dengê tekbîran ji bajarê bilind bûbû.
Bi fetha Diyarbekirê ya ku di 27ê Gulana 639 a Mîladî de pêk hatibû re deriyên Anadolê ji Îslamê re vebû. Axê Amedê ji fetha bajarê ya ku ji teref Sehabeyan ve pêk hatibû heta îro gelek xizmetê ji alema Îslamê re kiri ye.
Bi fetha Diyarbekirê xelkê kurd di navbera Rûm û Sasaniyan de dibin xwedî şeref, li herêmê mekteb û medrese ava dibin, millet dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Li gorî alimên Îslamê Resûlê Xweda, mizgîna fethê di herba hendeqê de daye. Bi fetha Amedê li herêm û Anadoluyê Îslam belav dibe. Bajarê Diyarbekirê bûye merkeza îlm û zanîn û edeb û edaletê.
Careke din fetha bajarê Diyarbekirê, li xelkê kurd û herêmê pîroz be. (Hüseyin Amedî - Hürseda)