Kevneşopiya Kurdan û Ehl-î Beyt
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa urf û adet, çand û kevneşopiyên gelê Kurd bikim.
Bi rastî ev tiştên ku niha li jêr ez ê binivsînim ji teref herkesî ve malûm e û tê zanîn. Lê belê dîsa dixwazim bibîr bixim.
Wek rojnamgerekî Kurd, pir caran li ser urf û adetên 'eşîr û malbatan ez fikirîme. Hinek ji wan ‘urfên ku bala min kişandine, min ji kal û pîran pirsî ye. Bersiv û cewabên wan jî, li gor tiştê min hêvî dikir an jî min texmîn dikir bûn e.
Piştî gelê Kurd dînê Îslamê li ser xwe qebûl kir û bûn misilman, îman bi Xwedê û Resûlê Ekrem s.a.a anîn, ji dil û can xwe bi emr û nehyê Xwedê ve girtin û li ser şopa Ehlêbeyta cenabê Pêxembere me meşiyan e. Ji ber vê yekê, bi awayekî xwezayî û tabîî, lê her wiha bi şiûr û zanebûn esas û bingeha urf û adet, çand û kevneşopiyên xwe jî, bi vî rengî danîn in.
Ji cil û bergan bigrin heta bi nav danîna zarokan, ji tevger û mu’ameleyên nav malbatî bigrin heta bi îbadet û ta'eta xwe li gor metod û xeta Ehlêbeyt bi rê ve dibin. Digel asîmilasyon, bişaftin û reş kirinê jî, exlebê eşîran hêjî vê xet û metodê berdewam dikin.
Bê îstîsna di her malê de Fatîma, Zeynep, Zehra, Hesen û Huseyn, 'Elî û Mûhemmed heye.
Şal û şepik, kum û kitan jî helbet ji hesasiyeta wan a Îslamî tê.
Çend meh berî wefata pîrika min a ji hêla dê, min pê re hevpeyvînek li dar xist. Qal û behsa heya û edeba zilam û pîrekan dikir.
"Zemanê berê jiyan ji aniha bi zahmetir bû. Ji bo vexwarin û karê paqijiyê me bi kera diçû av ji çem û kaniyan di anî. Ew jî, wek çend kîlometreyan dûrî gund bû. Wexta ku ji dûrve me reşê însanekî bidiyanan em hema zû bi zû ji kera xwe peya dibûn, me di got belkî zilam be lewra eyb û şermek mezin bû, li bo me ku heger zilamekî em li ser pişta kerê bidîta. Kesên nimêj nekira kes bi wî bawer nedibû. Jê re digotin; filan kes terkîselatekî dera hanê ye..."
Li gorî ez jê fêm dikim, pîrekên Kurdan, ev heya û edeba xwe ji dêya me Fatima ya Ewlad Resûl hîn kirinin û fêr bûnin. (Hüseyin Amedî - Hürseda)