Ey Muslimano! “Hûn Bi Qurbana Zarokê Xelkê Bin…”
Ev gotina dê û bava ye. Ne ya pêşî û kal û pîra ye. Ev gotin di nava malbatekê de wek rexne û lixwe mukurhatinek û îtîrafêye ji bo dê û bava li hemberê zarokên xwe.
Ez doh ber êvarî di kuçeyeke Baglarê ya taxa Amedê re derbas dibûm, dengê ku hate min ez birim 20 sal berê. "Heylik hûn bi qurbana gedê xelkê be..."
Ji doh ve ez hingî li ser fikirîm û ketim xeyalan, min mesele bir li ser doza Şerq û Xerb, îman û kufrê sekinand. Tinaz û henekên xwe bi min nekin hogirno, baş bifikirin hûnê min mafdar bibinin.
Em 14 xuşk û birane yek jê hêj biçûk bû rehmet dike. Niha yên sax 6 bira û 7 xuşk în. Bala xwe baş bidinê, binêrin bê ez ê meseleyê bînim ser kuderê û ser çi!
Em zarokbûn, hemû di xaniyekî gund yên du odeyî de bûn. Wextê xwarinê em tev li ser sifreyekê bûn. Em hinek diçûn ber kar û berxan, hinek diçûn ber pez, wexta paliyê me hineka baletî dikir. Welhasil ji me her yekî karek dikir. Qezenca karê tene ji bo malekê bû. Dema bavê me di nava me de bûna peyva me dibû yek, em li pêş bavê xwe bi hevdû re nediketin xirecir û gengeşiyê. Lê dema ne li ba me bûyûna kê bi kê bikaribaya lê dida, peyvê nemayî jê re digot, xirecir hasilî me li hev nedikir. Lê belê êvarî em tev diçûn di heman malê de, li sifreyekê xwarin dixwar û li heman cî di nava hev de em radiketin…
Wextê me di karekî de xemsarî bikirana û ji gundiyan li paş bimaya dê û bavên me wek rexne digotin “Hûn bi qurbana gedên xelkê bûno, gedên xelkê ewqas jê hatîne. Hûn sê caran lê ye (yanê hûn jê qelewtir û bi hêztir e) lê dîsa jî, hûn nagê sola wana qetiyayî…”
Dê û bav tu carê xisara ewladên xwe naxwazin, hinek dê û bav îstîsnaye ew ne tê de…
Timî dixwazin ewladê wan serkeftî be, di nava tifaq û ewlehiyê de bin. Heta ku bav sax be û li ser xwe be di wê malê de xirecir û niqaş jî kêm e. Kesî ji tirsa bav newêr e li hev neheqiyê bike û timî yekîtî di nava wan de ye…
Gelek dewr û zeman ket navberê em mezin bûn, ji me her yek bûn xwedî malbat û zarok. Her yekî berê xwe da derekê. Dê pîr bû, bav kal bû ji hêz û qûwetde ket.
Gelî heval û hogiran! Wellehî dê û bavên me di vê gotina xwe de mafdar bûn. Binêrin îro li derdora xwe, zarok û gedên xelkê (ehlê kufrê) bê çawa dixebitin...
Îro em Umeta Îslamê wek malbatekê bihesibînin, ji xwe ma ne wisa ye? Berê me li qibleyekê, Xwedayê me yek, em ji ummeta heman pêxemberî ne, dînê me yek e. Lê belê em bi hevdûketine, hestiyê hevdû dikojin. Gir û kînê bi hevre dajon. Ji roja em bi hevdû ketine û pê de, ne bûn mûcîd û hostayê karekî qenc. Me tîmî bi tivinga xelkê hevdû birîndar kir, di teknolojiye de gedê xelkê bûn mûcîd, em hêj di mijarên fikhê de ji heft avên tahir û ne tahir derneketin. Gedê xelkê çûn ser hêyvê, em ji ser pişta hev daneketin.
Muslimano! Hûn bi qurbana zarokên xelkê bin, bi hêz û quweta xwe û bi her hawê xwe hûn ji gede xelkê pêştirin. Lê belê hûn wê hêza xwe di hevdû de serf dikin. Hema ji we re peyv û gotineke klasîk bibêjim, îro em hemû Muslimanên herêmê li hev kom bibin û her yek carekê tenê tûke nava siyonîstan bikin, gelo wê di nava tûka me de nexeniqin?
Ev Muslimanên me yê ku îro îdda dikin wê heqî û edaletê li welêt û paşê jî li tevahiya cîhanê hakim bikin, qey carê nabêjin ka ji me kî heye û xwedî liyaqat ê rêveberiyê ye. Ka qadroyek we heye hûn bibin îktîdar û dewlet û miletan bi rêve bibin.
Piştî ku bav wefat kir, bira bi hevdû ketin… hûn bi qurbana zarokên xelkê bin…
Ji vê Umetê re bavek lazim e… (Hüseyin Amedî - Hürseda)