“Berxê min! Îşev Êvara Înê ye, Pîvaz Nayê Xwarin”
Çi gotinek însanî û exlaqî ku ji dilekî narîn diherike...
Çi fikr û îdraqek xweş ku dilên hişk ê wek kevir di xwe de dihêre bi hostayî...
Carna ez kûr difikirim, çaya min li ber min sar dibe, ewqasî kûr... Xelkek bi urf û adetên xwe yên exlaqî li ser piya dimîn e. Milletek bi kevneşopiyên xwe yên dîn û însanî dikare bi silametî berdewam bike.
Em miletekî ewqas ziman şêrîn û exlaq xweş in ku di esas û bingeha temamê urf û adetên me kurda de muheqeq patastina mafê însanî heye.
Helbet di her qewmî de baş û nebaş, qenc û neqenc heye. Lê belê di nava me miletê kurd de ji xeyrî yên ku ji urf û adetên û eslê xwe dûr ketin in û hatine asîmile kirin bes exlebê gelê me yê kurd qenc û baş in.
Erê... Welhasil ma me qala çi dikir? Ha me qala pîvaz xwarin û êvara înê dikir.
Ê hûn zanin li ber şorbê pîvaz tune be, wek tivinga bê rext û gule be... Rojekê ez li mala rehmetiya pîrika xwe Zînê mêvan im. Êvarî şîv şorbe ye, lê pîvaz li ber tune ye. Ewil min şerm û fedî kir ku ez pîvazê bixwazim. Lê heta kuderê ez ê sebir bikim. Her cara ku ez kevçiyê xwe di şorbê de dikim, wek tivinga ku te gule kişandibe ber û qelp bike, neteqe. Ewqas yanê...
Taliya dawîn min tebat nekir û hema bi carekê re min got:
-Pîrê ma qey pîvaz tune bû. Li ber şorbê pîvaz pir xweş e...
-Berxê min! Îşev êvara înê ye pîvaz nayê xwarin...
Şerm û fedî li min zêde bû. Dibe ku min deh caran di dilê xwe got, xwezî min ne gotibaya...
Wek hûn jî pê dizanin ku li gunda pîrek zêde naçin mizgeftê. Roja înê jî bes tenê zilam diçin mizgeftê. Herî zêde çi bala min kişand ez wê bibêjim. Pîrika min a ku pîvaz ne anîbû ser sifreyê wê neçiya mizgeftê, belê çima wê pîvaz nedixwar gelo? Bala xwe bidinê însanê berê çi bi edeb û exlaq xweş bûn e.
Hem li însanê nava malê difikre ku ew pîvazê bixwe yê din lê binêre wijdana wê qebûl nake, hem jî li însanên wekî din difikire ku wê bêhna pîvazê wan nerehet bike.
Çi bi narînî difikir e hûn dibînin...
Me pîvaz tenê got. Bi vî rengî bi hezaran xweş misal û nimûne hen in.
Belê ev adeta wan ji ku tê gelo?
Ka binêrin bê Resûlê Ekrem çi ferman kirî ye:
“Xwarina sîr û pîvazê ne heram e. Lê yên ku dixwin heta ku bêhn ji devê wan neçe bila nêzî camî û mizgeftan nebin.”
Bi xatirê we bimbarekno.... wesselam. (Hüseyin Amedî - Hürseda)