Dermale Yan Dehî, Dınya Yan Axret
“…Jibo Xweda liméjke û dehîyé, qurbané serjéke...”(sureta Kewser,2)
Bi navé Te’ala
Hemd û temam wesfên rind xasî Xweda ne. Slav û selat ji ronîya ça’va Muhemmed Mustafa re bi.
Erê me qencê mehan, sê meh û qenc û pîrê salê meha remezanê, pişra jî cejna remezana pîroz li paş hişt. Îca Xweda deryê zemanê ‘îyd û cejna qurbanê/buraqa/dehîya li me vekir.
Di serîda ‘îyd û cejna we pîroz dikim. Xweda jîyana axretê jimer bike cejn û îyd. Belé tiştê ez dixwazim ji wer bi galgal bînim ne eve.
We go hun ji zanin pirê gelê me Kurda di mezhebê ‘îbadî da li du Îmam ê Şafi’î diçin. Li gor mezhebé îmamé şafi’î dehî,qurban wek mezhebé henefî ne vacibe, sûnneté mûekkedeye.
Jiber go piré gelé me jî şafi’îne serjékirna dehîya, qurbana pir kéme. Belé wexta îyro mirov bandora dehîya li feqîra û hewcebuna wéna di civaté difikire wek îmamé ‘Ezam û îmam Ebu Yusuf dibéje mirov kare béje; Serjékirna dehîya bé şerta ‘eql û baliğbuné liser misilmané go quweta wî heye vacibe.
Belé di vé wexta go debar zor buye û di vé zemané go gelek feqîré go ji ‘îyda qurbané heta ‘îyda qurbané goşt na keve mala wan ji berk u hene serjékirna dehîya çiqes di cîde ye.
Dermalé xwe bi dehî kin.
Îca dermale jî we go hun ji zanin jiberéve di çand û ‘orf û ‘adeta kurdan de cikî giring digre.
Hé ji çukanîya mi te bîrami dinav gelé Kurd de, mal bé dermalé nedima. Malbatekî go sale kî bé dermale dima kémasîya wé li wan xuya dibu û belkî bi hesreta qelîyé diqijîyan heta salekî din.
Gelek cara malna, malbatna pere deyn dikirin û xwe bé dermale, xwe bé qelî nedihiştin.
Belé çewa mirov xwe, nefsaxwe, malbata xwe difikire mirov salé carekî ji xassaten feqîra, ketîya, yetîm û sewîya jî bifikire.
Kesé ku ji sal heta sal goşt nakeve mala wan mirov bifikire.
Eré dibe ku em şafi’î bin, dibe ku ligor mezheba me dehî sûnnet be, belé féda dehîyanî civakî bifikrin û wilo qerara xwe bidin.
Dermale yan dehî, dinya yan axret. Rast béjin kîjan başe liser bext.
Ji salé careké serjékirna heywanekî -ku ne zédeyî quweta mirov- çima pir giran té li me.
Ma vîcdane, ku mirov heywanekî sax bixwî, hinek birayên me jî qet goşt nexwin.
Ka birati?
Tiştik di, wexta em nikaribin dermale kî û dehî ki bihevra serjêkin; ew çağ em dermala xwe jixwer bikin dehî û di ‘îyda qurbané da serjékin. Ligor mezheba henefî goşté wé bi malbata xwera bixun.
Belé bes bila, em bi wesîla dehîyé nezîkayîyé li Xweda bikin. Bes bila ketî, yetîm, séwî û feqîr ji bîra me neçin û dermala xwe bi wesîla dehîya biwanra par bikin.
Yan jî çewa pêşîyên me bê dermale ne diman, ji xwe îyro kes dermala serjênaki ger em jî bê dehî nebînin.
Em ji bîrnekin go seyyîdé me, meziné me Muhemmed Mustafa jî yetîm û sewî bu.
Dîsa em ji bîrnekin go ronîya ça’va bo feqîr û yetîm û séwîya bav bu.
Kesé bixwaze Xweda û qasidé wî ji xwe razî biki, di vé ‘îyda dehîya bi dehîya bal rêya Xwada bila gavek di bavé, peyikik di derén balî dostanîya wî.
Bi ça’vek çuk li dehîya ne meyzénin Xweda bi liméjéra emrî hebîbé xwe kirîye. Resul ligor wé emré dehî serjékirîye. Bi dehîya tekilîya civakî bi ruh té; feqîr û ketî, séwî û yetîm şadibin bi şefqet û merhameté.
Şahî û xweşî dibe al û beyreq dinav cîhanê de. Dehî dibin pir û di pira dehîya de maldar û feqîr dikéne hev.
Péxemberé Xweda Brahîm jibo dostanîya Xweda kuré xwe Îsmaîl ji ça’v derxist û wî kire qurban, ma çi bu ji me jibo dostanîya Xweda go em heywaneké jî nakin qurban.
Kesé talibé dostanîya Xweda û resulé wî bi, bila li feqîra xwedî deré, li dor feqîra wek perwaneké her û weré.
Bila bibe dé û bav jibo séwî û yetîma. Heye ku rojeké ew jî bé xwedî ma.
Bila bibe çara béçara, bila bibe debar jibo zordebara.
Bila bibe dermané birîndara. Bila bibe agra eşqa evîndara.
Bila bibe xwezîk jibo ça’vén girî. Jibo çavén séwîya negrîn liser libek tirî.
Çavén daykén girî bila zuwake, mala feqîr û séwî û yetîma bila avake.
Deka béjin bismillah û ‘îydé bikin ‘îyd. Jibîrnekin Kéf xweşî ewe go mirov bi kéf xweşî a gelén ketî û feqîr û bi kéf xweşî a séwî û yetîmara kéf xweş bibe.
Gelî xwendevanén heja bi hevîya go her yek ji me bibe çira û lembek û kéfxweşî ji bo jîyana ketîya di vé ‘îyda pîroz, ‘îyd û cejna dehîya de, spartîyé Xweda bin.
‘Îyd û cejn li we, malbat û gelé we pîroz û mibarek be.
(Hürseda Haber)